Şêniyên Qamişloyê li qadan in 2019-10-09 21:55:12   QAMIŞLO - Li dijî êrîşên balafir û bombebaran dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêniyên Qamişloyê meşiyan.   Dewleta tirk bi serkêşiya Erdogan ku her roj gefên xwe li ser Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê dikir, îro bi balafir û topbaranê êrîşên gundên Qamişloyê, Serêkaniyê, Tirbespiyê û Girê sipî kir. Di encamê 3 şervan û 5 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan. Li dijî vê topbaranê şêniyên Qamişloyê derketin qadan û meşiyan.    Bi sedan şênî û endamên sazî û dezgehên sivîl, Kongreya Star û gelek kes tevlî meşê bûn. Kesên tevlî meşê bûn bi qêrînên dirûşemeyên 'Qatil Erdogan, Bimre faşîzim, berxwedan jiyan e, Terorîst Erdogan', ji qada Osman Sebrî heta Qada Şehîd Rûbar, berz kirin.   Di meşê de hevseroka PYD'ê Ayîşa Hiso axivî û soza domandina têkoşînê da. Her wiha got:" Em tu carî dev ji xaka xwe bernadin, yan serkeftin, yan mirin."   Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bimre faşîzma Erdogan, bi dawî bû.