'Tevî tundî û îşkenceyê me dev ji karê xwe berneda' 2019-10-10 09:04:07   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku îşkence ji aliyê rejîma BAAS'ê ve didîtin, dev ji kar û xebatên xwe bernedan. Jinên Efrînê derbarê îşkenceyên ku ji aliyê Rejîma BAAS'ê ve dîtine axivîn û gotin: "Em jinên Efrînê teslîmkariyê qebûl nakin. Loma me her tevî hemû zehmetî û îşkenceyan xebatên xwe didomandin."   Di dema rejîma BAAS'ê de gelê kurd rastî îşkence û kiryarên li dijî mirovahî û exlaqî dihatin, ji ber ku serî hildidan û fikra Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nava gel de belav dikirin. Bi derketina fikra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Sûriyeyê rejîma BAAS'ê kiryarên xwe li dijî gelê kurd bi taybet li hember jinan hîn zêde dimeşandin ji bo tunekirina vê fikirê û bi mafê xwe bang nekin. Jinên Efrînê yên ku di dema zordestiya rejîmê de kar dikirin nêrînên xwe  parve kirin.   'Tevî tundî û êşkence me dev ji karê xwe berneda'   Zeloh Reşo bal kişand ser zordariya rejîma BAAS'ê û wiha got: "Di dema rejîma BAAS'ê de me civîn û karê xwe hemû bi awayekî veşartî dikir, ji bo ku em rastî îşkence û kiryarên li dijî mirovî neyên. Di dema şahiya Newrozê de me nedikaribû amadekariyan bikin. Tevî wê min mala xwe ji bo perwerdeyan  vedikir. Dema em derdiketin çalakiyan ango şahiyan, em rastî tundî û îşkenceya rejîma BAAS'ê dihatin, lê dîsa me dev ji karê xwe berneda. Armanca me fikra Rêber Apo li her kesî belav bikin."   'Em bi kar û xebatên xwe serbilind in'   Şediye Henan diyar kir ku tevî zor û zehmetiyan wê cihê xwe di hemû çalakiyan de girtiye û wiha domand: "Me di dema rejîma BAAS'ê de xizmeta gelê xwe dikir. Her tim rejîma BAAS'ê astengî li hember karê me derdixist. Rejîmê nedihişt em meş û çalakiyên xwe bikin. Tevî hemû zehmetiyan me çalakiya xwe bi rêve dibir. Dema em di çalakiyan de amade bûn em her dem diketin bin çavan. Di wê demê de jî em bi rih û canê xwe tevlî kar dibûn. Em bi kar û xebatên xwe serbilind in."     'Em her tim binçav dibûn'   Hemîde Hebeş jî qala îşkenceyên ku dîtiye kir û got: "Ji ber zordariya rejîma BAAS'ê me pirtûkên Rêber Apo vedişart. Me bi veşartî civînên xwe li dar dixist. Gelê me her dem di lêpirsînan de derbas dibûn, lê tevî wê me teslîmkarî nedipejirand. Di dema çalakiyan de du xwişkên min hatin binçavkirin sedema wê ji ber çalakiyên sembola aştiyê bang dikirin, rastî gelek îşkence û lêdanê hatin û qederek di zindanê de man. Heta roja îro jî em li ser fikir û felsefeya Serok Apo dijîn û em ê bijîn. Ji ber ku girêdana me ya fikra azad, ji lêdanên wan mezintir e."