Şer li seranserî sînorê Rojava belav bû 2019-10-10 09:23:57   QAMIŞLO - Operasyona leşkerî ya ku duh hatî destpêkirin li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome.    Artêşa Tirk duh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi operasyona leşkerî kir û bi balafirên şer û obusan herêm da ber bombeyan. Bombebarana li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta wan seatan jî didome û li seranserî sînor belav bûye.   Duh saet 16:00'an de êrîş seranserê bajar û navçeyên Bakûrê Sûriyê pêk hat. Destpêka êrîşan ji Serêkaniyê bû. Bi balafir, top û çekên giran gundên nêzî sînor û navenda bajêr bombebaran kirin. Di encamê de 4 welatî jiyana xwe ji dest dan û 1 jî birîndar bû.    Rewşa Girê Spî û Eyn Îsa jî giranbû û bi havan, obûs û hin caran jî bi balafirên şer êrîş hatin kirin. Her wiha di heman demê de jî balafira bê mirov (keşîf) digeriya. Li gundê Tenûza jinek û zilamek jiyana xwe ji dest dan û zarokên wan jî birîndarbûn û rakirin nexweşxaneya Eyn Îsa.    Li bajarê weke Dêrîk, Tirbesipiyê, Qamişlo, Amûdê û Dirbesiyê êrîş pêk hatin û bi havanan gelek gund û navendê bajêr hat top baran kirin. Her wiha li herêma Kobanê jî duh şev hat bomberankirin. Di heman demê de gundê Kazika şer dijwar bû, her wiha balafirên bê mirov (Keşîf) jî li ser herêma Kobanê digeriya. Duh balefirên şer gundên Elîşar û Ismaîl ên ku 7 km li Rojhilatê Kobanê dikevin topbaran kir, agahiyên zelal derbarê topbaranê de nehatin bidest xistin.    Operasyona leşkerî diwarên li ser sînora Serêkaniyê û Til Helefê radike û disa bombebaran dike. Şer û pevçûnên dijwar li Serêkaniyê didome.