Bajarê Serêkaniyê hat bombebarankirin 2019-10-10 09:38:25   HESEKÊ - Balafirên şer yên artêşa dewleta tirk di van seetan de bajarê Serêkaniyê bombebaran dikin û leşkerên tirk jî hewil didin êrîşê gundikê Miçê bikin.    Di nava van kêliyan de balefirên artêşa tirk bajarê Serêkaniyê bombebaran dike. Leşkerên tirk jî hewil didin êrîşê gundikê Miçê bikin. Her wiha hêzên QSD'ê û gel bi hev re bersiv dan û niha jî şer û pevçûn bi giranî didomin.    Hêjaya gotineyê ku li gundê Ezîziyê ya li rojavayê Serêkaniyeyê çeteyan dîwaran ji holê radikin.