Li Serêkaniyê sivîl hedef hatin girtin: 5 sivîl birîndar bûn 2019-10-10 12:25:53   HESEKÊ - Ji ber êrîşên arteşa tirk li Serêkaniyê 5 sivîl birîndar bûn.   Artêşa Tirk di êrîşên xwe yên li ser navçeya Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Hesekê deverên sivîlan û navendan hedef digirin û bombebaran dikin. Di encama bombebarandinê 5 sivîl birîndar bûn û birîndaran rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê.    Her wiha maşîneyên Ambulansê di nava liv û tevgerê de ye ku birîndaran rake Nexweşxaneyê Şehîd Lêgerînê.