Partiya Kesk a Çepgir: Divê ev şer bê rawestandin 2019-10-10 12:45:19   ENQERE - Partiya Kesk a Çepgir bi daxuyaniyekê bang kir ku demildest dawî li operasyona dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê.    Partiya Kesk a Çepgir di daxuyaniya nivîskî ya ku da de diyar kir ku divê dawî li operasyona dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê. Hevberdevkên Partiya Kesk a Çepgir Eylem Tuncaeli û Sinan Tutal di daxuyaniyê de anîn ziman ku ew bang li îktidarê dikin û gotin:"Hîn ku hûn neketine nava çiravê dawî li vî şerî bînin."   Dewama daxuyaniya Partiya Kesk a Çepgir wiha ye:   "Ji bo civak zemên ku tên kirin ji bîr bikin îktidarê dest bi operasyonê kir. Lê ev talûkeyek mezin e. Divê demildest ev operasyon bi dawî bibe. Bi dijminatiya li dijî gelê Kurd îktidar hewil dide ku dengên xwe zêde bike.  Ne sibehê divê îro ev şer bi dawî bibe. Hîn ku hûn neketine nava çiravê dawî li vî şerî bînin."