Bi hezaran şêniyên Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta tirk li qadan in 2019-10-10 13:51:42   QAMIŞLO - Bi dirûşma "Axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ji Erdogan û DAIŞ'ê re bibe goristan", bi hezaran şêniyên Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta tirk daketin qadan.   Îro ji saetên sibehê de, dayikên ku doh bi şev heta sibehê parastin dikirin û bi hezaran şêniyên Qamişloyê û tevahî endamên Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Kongreya Star, bi hêrseke mezin li dijî êrîşên dewleta tirk û bombebarana wê li ser xaka Bakur û Rojhelêt Sûriyeyê, meşiyan. Bi hezaran wêneyên tekoşeran, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û alên Kongreya Star, YPJ/YPG/QSD'ê û Ciwanên Şoreşger, her wiha pankertên bi nivîsên" Gelên Sûrî dagirkeriya Osmaniya qebûl nakin", hatin hilgirtin.   Meşa ku li Qada Şehîdên Enternasiyonal dest pê kir û bi saetan dewam kir, di nav kolanên bajêr de dom kir  û heta navenda NY'ê rawestiya. Di meşê de bê naveber dirûşmên" Berxwedan jiyan e, Qatil Erdogan, Bijî wekheviya gelan, na ji dagirkeriya Tirk re", hat berzekirin.    Piştî deqeyek rêzgiritn ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Kantona Qamişlo û Civaka Demokratîk Islamî axaftin hat kirin û êrîşên dewleta tirk bi tund hatin şermezarkirin. Her wiha li ser navê Kongreya Star axaftin hat kirin. Xaliyayê berxwedana gelan pîroz û silav kir û got: "Em Osmaniyan li ser axa xwe qebûl nakin. Bi berxwedana xwe em ê heta dawiyê li ser axa xwe bimînin û şer bikin. Divê aliyên demokratîk ên navneteweyî bêdeng nemînin."   Çalakî li ber navenda NY'ê bi dirûşmên berxwedanê bi dawî bû.