TTB, KESK, DîSK û TMMOB'ê operasyon şermezar kirin 2019-10-10 14:08:54   ENQERE - Operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatî destpêkirin ji hêla sendîka, odeyên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê ve hat şermezar kirin û hat gotin ku operasyon dê pirsgirêkê kûr bike.    Rêxistin, Sendika, Ode û komeleyên Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), li dijî operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê de da destpêkirin, daxuyaniyeke hevpar dan.    Sendîka û odeyan di daxuyaniya nivîskî de diyar kirin ku wan 4 sal berê di 10'ê Cotmehê de 103 hevalên xwe winda kirin û wiha gotin: "Em di 4'emîn salvegera komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de carek din soz didin. Em ê ji bo Tirkiyeyek ku ked, demokrasî, aştî û azadî serdest e tebikoşin. Em endezyar, sendîkavan, karmend û mîmarên vî bajarî ji bo pêşeroja vî welatî ya azad têbikoşin. Em bang li her kesî dikin ku niha ne dema bêdengiyê ye. Ya têk diçe demokrasî û mafê mirovan e. Abori têk diçe. Edalet têk diçe. Aştî têk diçe."