Berxwadana gel li hemberî êrîşan berdewam e 2019-10-10 14:38:53   GIRÊ SPÎ - Li hemberî bombebaranên dewleta tirk şêniyên Girê Spî li berxwe didin. Jinên Girê Spî axivîn û gotin: " Dewleta Tirk dixwaze bi riya êrîşên xwe bandorê li ser gel bike lê hêza gel ji wan xurtir e."   Duh şev dewleta tirk  bi top û balafirên xwe Girê Spî bombebaran kir û êrîş heta derengiya şevê dom kir. Di encama êrîşan de li gundê Tenûza ya ku li Rojavayê bajarê Girê Spî dikeve  jinek û mêrekî jiyana xwe ji dest dan û zarokên wan birîndar bûn û yekser zarok rakirin nexweşxaneya navçeya Eyn Îsa. Piranî êrîşa artêşa tirk li derdora bajar û li gundê Yabsê û Tilfindirê ku li Rojavayê Girê Spî dikeve lêdide. Di vê çarçoveyê de jinên Girê Spî helwest û nêrînên xwe parve kirin.   'Em bi israr in ku dev ji têkoşîna xwe bernedin'   Jina bi navê Sekîne Mihawiş ku ji pêkhateya Ereb e li ser berxwedana gel li hemberî dewleta tirk axivî û wiha got:"Duh di saetên şev de şerekî dijwar di navbera hêzên meclisa leşkerî û artêşa dagirker a dewleta Tirk de qewimî.  Li hemberî wê jî berxwedana gel hebû li hîna jî gel li berxwe dide. Gel bi israr e ku dev ji axa xwe bernede û em qebûl nakin ku yek leşkerên dewleta tirk derbasî axa me bibe."   'Heta îradeya me hebe em ê li berxwe bidin'   Jina bi navê Bêrîvan Ismaîl jî axivî û wiha got: "Êrîşên dewleta tirk ne tenê li ser Kantona Girê Spî heye li seranserî sînor heye, lê helwestên gel li hemberî van êrîşan xurt e. Dewleta tirk dixwaze bi riya êrîşên xwe bandorê li ser gel bike lê hêza gel ji wan xurtir e. Di nava vê kêliyê de gel li ser kar û xebat in û wê îradeye gel ew ê bi ser bikeve."   Hêjayî gotinê ye ku wê îro meşa wesayetan li Girê Spî bi beşdarbûna bajarên  Kobanê, Tebqa, Reqqa û Minbicê tevlî meşa wesayetan bibin û biçin li gel mertalên zindî û berê xwe bidin belda Silok ku li Rojhilatê Girê Spî dikeve. Wê li cihê meşê axaftin bê kirin.