Gundê Qirmaniyê yê navçeya Dirbêsiyê tê bombebarankirin 2019-10-10 14:46:22   HESEKÊ - Artêşa dewleta tirk Gundê Qermaniyê yê navçeya Dirbêsiyê bi çekên giran bombebaran dike. Ji aliyê xwe ve QSD parastina xwe ya rewa dike û bersivê dide.   Li gor agahiyên çavkaniyên herêmê li navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê şer û pevçûnên giran rû didin. Ji aliyê din ve jî hêzên QSD'ê bersiv dan û hîn şer berdewam e.   Gundên Dirbêsiyê yên li ser sînor ji duh ve ji sivîlan hatiye valakirin.