Îlham Ehmed: Divê Tirkiye ji ber kiryarên xwe bê cezakirin 2019-10-10 15:00:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, li Parlamenta Ewropayê di civîna çapemeniyê de axivî. Îlham bang li hêzên navneteweyî kir ku êrîşên leşkerî yên dewleta tirk rawestînin û got: "Divê Tirkiye ji ber van kiryarên xwe bê cezakirin."   Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li Parlamenta Ewropayê di civîneke çapemeniyê de axivî û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrîşên leşkerî yên dewleta tirk bi berpirsyarî tevbigere.   Îlham, diyar kir ku dibe ku DAIŞ xwe ji nû ve bi rêxistin bike û wiha got: "Li dijî DAIŞ'ê 11 hezar şehîd û 25 hezar birîndar dane. DYE li pişt sozên xwe nesekiniye. Em bang li Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku herêma li firîna balafirên şer qedexe bikin û ji ber ku hiqûqa navneteweyî bin pê kiriye û Sûriyeyiyan koçber dike Tirkiyeyê ceza bikin."   Îlham Ehmed anî ziman ku pêwîstî bi çalakiya lezgîn heye û wiha axivî: "Ew ji nerazîbûnan kêfxweş in, lê belê divê bê kirin ku Tirkiye xwe vekişîne û pêkanîn lê bê ferzkirin. Divê Tirkiye ji ber van kiryarên xwe bê cezakirin. Divê rejîma Sûriyeyê li dijî dagirkeriya Tirk helwesteke eşkere nîşan bide.   Hevserokê MSD'ê Riyad Derar jî di civînê de axivî û got DAIŞ'iyên girtî gelekî metirsîdar in û dibe ku li girtîgehê serî hildin, lewma pêwîstiya wan hîn bêhtir bi piştevaniyê heye