Li Silêmanî û Hewlerê çalakiyên şermezarkirinê 2019-10-10 16:18:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmanî û Hewlerê çalakiyên şermezarkirinê ya li dijî operasyona leşkerî ya arteşa tirk hat lidarxistin. Di çalakiyan de dilsoziya bi berxwedana QSD’ê re hat ziman û wiha hat gotin: "Hêvî dikin ku pêşî li şer û komkujiyan bê girtin."   Operasyona leşkerî ya arteşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Bertek û çalakiyên li dijî operasyonê jî bê navber li gelek deveran pêk tê. Li bajarên Hewlêr û Silêmaniyeyê ya bi ser Herêma Federal a Kurdistanê operasyona leşkerî hat şermezarkirin. Di çalakiyan de hat destnîşan kirin ku herêmên ku sivî lê dijîn tê bombekirin.    Li Silêmaniyeyê meş hat lidarxistin   Meşa ku ji aliyê Bereya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ve tê organîzekirin, li Kolan Salim (Saholeke) a Silêmaniyeyê destpê kir. Jin, ciwan, mamoste, siyasetmedar, rêveberên partî û rêxistinan jî di nav de bi hezaran şêniyên Silêmaniyê tevlî meşê dibin. Di meşê de alên QSD, YPG/YPJ û Herêma Kurdistanê hatin vekirin û dirûşmeyên wekî, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî berxwedana QSD”, “Serkeftin bo Rojava”, “Têkoşîn bo Rojava” û “Yeke yeke gelê Kurd yek e” tên berzkirin. Meş li Baxê Giştî dê bidome û li vir jî dê daxuyanî bê dayîn.    Gel li Hewlêrê li dijî operasyona leşkerî daket qadan   Li Hewlêrê jî li ber avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî bi beşdarbûna gelek kesan çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Ji komkujî û qetilkirina Rojavayê Kurdistanê na" hatin bêrz kirin. Gelek nûnerên sazî û beşên civakî tevlî çalakiyê bûn. Li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê daxuyanî hat dayîn û daxwazên xwe pêşkêşî NY'ê kirin.   'Herêmên sivîl lê heyî bombe dikin'   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Birêz Rêveberê NeteweyênYekbûyî yê Hewlêrê, Birêz Nûnerê Xaça Sor a Cîhanê yê li Herêma Kurdistanê. Piştî biryara Koşka Spî ya vekişîna leşkerên Amerîka, sewqiya leşkerî ya dewleta Tirk û êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya komên terorîst ên El Kaîdê û DAIŞ'ê ên li ser Kurd, Suryan, Ereb û Ermeniyên Rojavayê Kurdistanê destpê kir. Bi eşkere gefên komkujî û guhertina demokrafiya herêmê dike. Van tawanên xwe yên li dijî mirovan bi balafiran û topbarana herêmên sivîlan dike."   'Hêvî dikin ku pêşî li şer û komkujiya bigirin'   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em li vir daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî dikin ku hêza xwe ji bo rawestandina van tawanan bikar bîne. Sivîlan ji tewanên şer biparêzin. Rê bidin bila sivîlên herêmê li gorî şêwazê dixwazin jiyan bikin. Mafê mirovan û mafê wan ên sereke li gorî Danezana Gerdonî ya Cîhanê û yasayên navnetewî biparêz in. Hêvî dikin pêşî li şer û komkujiyan bigirin."