Li Lefkoşayê operasyona leşkerî hat protestokirin 2019-10-10 17:20:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan kurd û dostên wan li Lefkoşeya Qibrisê bi meşekê operasyona leşkerî a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.   Li Lefkoşeya Qibrisê operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê hat protestokirin. Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Qibris Yogos Perdîkîs, Nûnera Partiya Sosyalîst a Qibris Elena Lympûrî û koma Sîklamen tevlî çalakiyê bûn. Çapemeniya Qibrisê jî eleqeyek zêde nîşanî çalakiyê da.    Meşa ji pêşiya Wezareta Karê Hundir dest pê kir heta pêşiya Sefaretxaneyên DYE û Rûsya dom kir. Di çalakiyê de operasyona leşkerî hat protestokirin û bi Sefaretxaneya DYE’yê re jî hevdîtinek pêk hat. Piştî hevdîtinê û şûnde ber bi Sefaretxaneya Rûsyayê ve girse ketin rê. Girseyê li vir kom bû û nêrînên xwe anî ziman û hat gotin ku divê Rûsya piştgiriya xwe ya dide Tirkiyeyê bi dawî bike û li pêşiya Osmaniya nû dixwaze bê kirin bigirin.   Her wiha di çalakiyê de nûnerên partiyên Qibrisê jî axivîn.