PEN’a Kurd: Pêşî li êrîşên li dijî Rojava bigirin 2019-10-10 17:23:57   AMED - Derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava, Navenda PEN’a Kurd daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku armanca êrîşan qirkirina gelê kurd e û ji bo rê li êrîşan bê girtin divê hemû mirovên xwedî helwest piştevaniyê bike da ku rê li ber êrîşan bê girtin.    Rêveberiya Navenda Giştî ya PEN’a Kurd têkildarî êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojava ku di roja duyemîn de didome daxuyaniyek nivîskî weşand.    Daxuyaniya Navenda PEN’a Kurd wiha ye:    “Di domana sedsalên borî da Rojhilata Navîn her tim bûye qada şerên mezin û malwêranker. Hêzên dagirker û talanker ji bo sepandina serdestî û dagirkerîya xwe, xwîna bi milyonan mirov ji olên cuda rijandine. Di van şeran da her tim mirov bindest û bêguneh bûne qurbanî.   Gelê kurd wekî qewmekî xwecihî û resen ê Rojhilata Navîn her tim bûye mexdûrî û qurbanîya şerên dagirker û talankeran. Welatê wan ji aliyê desthilatdarên herêmî û cîhanî ve hatiye parçekirin. Ne tenê nasnameya mirovî, zimanî û çanda wan jî nehatiye pejirandin. Kurd pirî caran bi awayekî fîzîkî, siyasî û civakî tûşî komkujiyan bûne. Tevî hemû zordestiyan gelê kurd dest ji xebatê bernedaye û di encama vê xebat û têkoşînê da li Başûr û Rojava, deskeftiyên mezin bi dest xistine.    Tê xwestin azmûna pêkvejiyana aştiyane ya gelên cuda li Rojavayê Kurdistanê bi dawî bibe   Desthilatdarên şovînîst ên herêmê li ser asta cîhanî û herêmê bi awayekî domdar hewla bêstatuhiştin û reşkirin a kurdan dane. Îro jî dîsa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi qirkirinekê ra rû bi rû ye. Rewşa niha jî hewldanek navneteweyî ye ku derencama wê jî komkujî û malwêraniyeke gelek mezin diafirîne. Ya ku li Efrînê qewimî jî mînakek berbiçav e û heta vê kêliyê jî qirkirin, guhartina pêkhateyan û demografiya vî bajarî berdewam e. Bi heman awayî dewleta tirk êrişî Rojavayê Kurdistanê dike. Armanc qirkirina gelê kurd û guhartina demografiya Rojavayê Kurdistanê ye. Bi vê ra jî dixwaze azmûna pêkvejiyana aştiyane ya gelên cuda li Rojavayê Kurdistanê bi dawî bike.   Pêşî li êrîşên li dijî Rojava bigirin   Em weke Navenda PEN a Kurd bang li hemû mirovên xwedî wijdan û azadîxwaz dikin ku demildest hewl bidin da ku pêşî li êrîşên li ser azmûna azadî û serkeftina Rojavayê Kurdistanê, pergala pêkvejiyana gelên cuda ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bigirin. Em bang li hemû mirovên xwedî helwest dikin piştevaniya me bikin da ku bi hev ra em li dijî hemû plangêriyên qirêj bigirin û rê nedin komkujiya li ser Rojavayê Kurdistanê.”