30 parlementerên Îskoç name ji nûnertiya DYE'yê re şandin 2019-10-10 17:29:29   NAVENDA NÛÇEYAN - 30 parlementerên Parlementoya Îskoçyayê li dijî operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê name ji Sefaretxaneya DYE’yê re şandin.   34 parlementerên Parlementoya Îskoçyayê nameyeke hevpar ji Sefaretxaneya DYE’yê re şandin. Parlementerên Îskoç diyar kirin ku Kurdan ne bi tenê bi milyonan kesî ji êrîşan parastine, di heman demê de rêveberiyeke demokratîk jî ava kirine.   Parlementeran dagirkeriya li ser Efrînê ya di sala 2018’an de ‘paqijiya etnîkî’ bi bîr xistin û gotin: “Em ê destûrê nedin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev tişt were serê 2 milyon kesan.”    Parlementeran xwestin ev name ji hikûmeta Emerîkayê re jî were şandin û ji bo biryara Trûmp jî gotin “Divê were betalkirin û li hemberî Tirkiyeyê tevdîrên xurt werin bên stendin.”