'Dewleta tirk nexweşxaneyan û sîvîlan hedef digire' 2019-10-10 18:29:24   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Îro Balafirên artêşa tirk navenda Bajarê Serêkaniyê bê serûber topbaran dike. Di encamê de sivîl hatin hedefgirtin. Endama Heyva Sor a Kurd Mehabat Şukrî wiha got: "Nexweşxaneyên sivîl tê de tên derman kirin dibe hedefa balafirên tirk."   Duh di saet 16:18'an de balafirên artêşa tirk navenda bajêr û gundên derdorê hedef girtin, di encamê de gelek kes birîndar bûn. Îro jî di saet piştî nîvro de balafirên dewleta tirk nexweşxaneya Roj ku birîndar lê tên dermankirin, hedef girtin.   Endama Heyva Sor a Kurd Mehabat Şukrî ku noqteya xwe ya tendrustiyê rakirin derveyî bajar û wiha dibêje: "Ji duh ve dewleta tirk û çeteyên wê hewl didin derbasî navenda bajar bibin, lê rastî berxwedana hêzên QSD û Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê hatin. Berê xwe da bajarên û sivîl vê carê hedef girtin."   Mehebatê got ku nexweşxane  û sivîl tên hedefgirtin kesên ku mafê mirovan diparêze kanî û wiha dom kir: "Ji ber topbarana dewleta tirk li ser nexweşxaneya Roj, ekîbên Ambulasê noqteya xwe rakirin derveyî bajar. Îro cihê ku birîndar lê tên dermankirin dibe hedefa dewleta tirk. Ma cîhan vê rastiyê nabîne? Çima cîhan hember êrîş û balafirên ku sivîlan hedef digire helwestek nîşan nadin? Gotin têrê nake pêwîst e ku di piratîkî de nerazîbûnên wan were xuyakirin. Bila nebin hevkarê qatilê mirovan. Dewleta tirk nexweşxaneyan û sîvîlan hedef digire."   Heta vê kêliyê jî balafira dewleta tirk li asîmanê Serêkaniyê digere û deveran bombebaran dike.