Li Qamişloyê 2 zarok bûn hedefa bombeyan 2019-10-10 19:26:25   QAMIŞLO - Li Qamişloyê di encama operasyona leşkerî ya tirk de 2 zarokên ereb, xwîşk û bira bûn hedef.   Êrîşa bombebaranê ya ku li Qamişloyê pêk hat, li taxa Qudûrbek ya bajarê Qamişlo dema zarok li kolanê ji xwe re dilîstin, operasyon pêk hat. Di encamê de 2 zarokên ereb bûn hedefa bomberandinê. Her dû zarok  jî xwşîk û bira bûn.  Zarokê bi navê Mihemed Yûsif  9 salî jiyana xwe ji dest da. Her wiha xwîşka wî Sara Yûsif a 6 salî  birîndar bû. Sara ji ber rewşa wê ya giran rakirin nexweşxaneya Selam li Qamişloyê, rewşa tendirûstiya Sara girane û lingê wê jî di encamê bombebaranê de hat jêkirin.