Şêniyên Tirbesiyê li dijî operasyonan daketin qadan 2019-10-10 19:34:17   QAMIŞLO - Şêniyên Tirbesiyeyê li dijî operasyonên leşkerî ya arteşa tirk meşeke girseyî li dar xistin û êrîş şermezar kirin.    Bi armanca şermezarkirina êrîş û operasyona leşkerî ya tirk a li hemberê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêniyên navçeya Tirbesiyê ya Kantona Qamişloyê meşekê bi girseyî hat lidarxistin. Şêniyên ku daketin qadan bi yek dengî bang kirin û gotin: "Em teslîm nabin û dev ji axa xwe bernadin, em ê bi hêza xwe axa xwe biparêzin."   Piştî meş rawestiya bi deqeyeke rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê PYD'ê Suleyman Bedir axivî û wiha got: "Em ji êrîşên dagirkeriya tirk natirsin. Vina me ji wan bi hêztire û em ê li hember dewleta tirk herdem têkoşîn bikin."   Meş bi bêrzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.