Li Serêkaniyê cihên tenduristiyê bûn hedef 2019-10-10 20:53:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên artêşa Tirk noqteyên tenduristiyê û nexweşxaneyên di nav bajêr de kir hedef û di encama topbaranê de 4 sivîl birîndar bûn.   Nokteyên tendûristiyê yên Heyva Sor a Kurd ya Serêkaniyê hedef hat girtin. Di encama topbaranê de 4 sivîl birîndar bûn. Hat diyarkirin ku sivîlên ku birîndar bûn  rakirin nexweşxaneyên derve.