Li Kobanê li dijî êrîşan nobeta ciwanan 2019-10-10 21:37:05   KOBANÊ - Li Kobanê ciwan rabûn ser piyan û operasyona leşkerî ya artêşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.   Li Kobanê ciwan rabûn ser piyan û êrîşên artêşa tirk a li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Îşev li qada Jina Azad ya Kobaneyê ciwan dê heta serê sibehê ji bo parastina axa xwe dê nobetê bigirin.    Ciwanan armanca daketina qadan bibîr xistin û wiha gotin: "Em ji bo axa xwe ji êrîşên artêşa tirk biparêzin, dê heya serê sibêhê nobetê bigirin. Dewleta tirk a çi dike bila bike, wekheviya Gelê Rojava nikare xirab bike."   Ciwan niha jî çalakiyên xwe bi berzkirina dirûşmeyan didomînin.