'Ji bo xwepêşxistin û xwenaskirinê perwerde girîng e' 2019-10-11 09:03:41   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Jina bi navê Emîne Cûme ya ji şêniyên Kantona Şehbayê ye li ser perwerdeya ku dîtiye nirxandin kir û wiha got: "Jin ji bo xwe pêş bixe û nas bike perwerde beriya her tiştî tê."   Jina bi navê Emîne Cûme ji gundê Qebesîn a Babê ye,  40 salî ye û dayika 4 zarokan e. Niha jî li Şehbayê bi cih bûye. Piştî ku herêma Şehbayê ji çeteyan hat rizgarkirin cihê xwe di komîteya tendirûstiyê de digire. Emîne piştî têkçûyina DAIŞ'ê perwerdeyên birdozî ya li ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibîne û têkîldarê vê mijarê nêrîna xwe par vekir.     'Bi dilşadî ez tevlî perwerdeya birdozî bûm'   Emîne bal kişand ser perwerdeya birdozî û wiha got: "Ez cihê xwe di Meclîsa Kefer Neye di komîteya tendirûstî de digirim û ev bu du sal karê xwe dikim. Paşê perwerdeyên birdozî hatin vekirin û tevlî perwerdeyan bûm. Di wê demê de zarokê min hemû biçûk bûn. Tevî wê ez bi dilşadî tevlî perwerdeya birdozî bûm. Perwerde ji her tiştî girîngtir e û niha jî vebe ez ê car din tevlî perwerdeyên birdozî bibim."   'Bi perwerdeyê zincîra şermê bişkînin'   Emîne destnîşan kir ku dema yek tevlî perwerdeyê dibe xwe nas dike û wiha domand: "Perwerde ji bo guhertin û veguhertinê pir girîng e. Dema yek tevlî perwerdeyê dibe xwe nas dike û rastiya xwe dibîne. Mirov dema xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo  perwerde bike xwe baştir nas dike. Banga min ji tevahî jinên li Şehbayê heye ku tevlî kar û xebatan bibin da ku zîncira şermê êdî bişkînin."   'Bi fikra Rêber Apo jin vegeriya cewhera xwe ya rast'   Emîne teqez kir ku di perwerdeyê birdoziyê de Fikra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jiyana rast nîşanî mirovan dide û wiha pêde çû: "Min perwerdeyên wek civaka xwezayî û dîroka jinê ji nêz ve nas kir. Dûrketina min ji zarokên min astengî li pêşiya min çênekir. Jin vîna wê heye ji bo rastiya xwe nas bike. Jin berê tenê ji bo mal û zarok xwedîkirinê re hebû. Dema çeteyên DAIŞ'ê li vir bûn, li ser jinê cilên reş ferz dikirin. Lê piştî têkçûna DAIŞ'ê û belavbûna fikra Rêber Apo jin vegeriya cewherê xwe yê rast."   'Fikir û felsefeya Rêber Apo rastiya jinê şîrove dike'   Emîne herî dawî armanca xwe beşdarbûna perwerdeyê nirxand û wiha got: "Armanca min a beşdarbûna perwerdeya birdozî, ew bû ku xwe nas bikim, pêş bixim, kar bikim û fikir û felsefeya Rêber Apo ya rastiya jinê şîrove dike nas bikim. Em jî bi fikra Rêber Apo civakek azad û exlaqî ava bikin. Ji bo xwepêşxistin û xwenaskirinê perwerde girîng e."