Şêniyên gundê topa hawanê avêtinê bişev li derve man 2019-10-11 11:57:16   MÊRDÎN - Li Naveçya Qoser ku Nisêbînê ku nêzî sînor in duh bi şev jî top hatin avêtin û li taxeke girêdayî Artukluyê jî ji ber ku topa havwanê ket şêniyên gund bişev li derve man.    Piştî êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê ku nêzî sînor in heta serê sibehê dengê topan û bombebaranê bilind bû. Ji qereqolên li her du navçeyan ji êvarê heta sibehê aliyê sînor yê din hat bombebarankirin.    Herwiha duh li gundê Qesra Ehmedê Xêro ku nêzî sînor e jî topeke hawanê ket malekê. Ji ber topa hawanê ku ket malê şêniyên gund duh heta serê sibehê li derve man.