Li Kobanê û Girê Spî sivîl birîndar bûn 2019-10-11 12:05:58   KOBANE/GIRÊ SPÎ - Li Kobanê û Girê Spî di encama bombebaran û topbarana artêşa tirk de gelê sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar jî hene.   Artêşa tirk gundê Curan a Rojhilata Kobanê bombebaran kir. Di encamê de Aidan Şex Ehmed a 60 salî jiyana xwe ji dest da.   Li Girê Spî jî  1 zarok 2 sivîl birîndar bûn. Yê ku birîndar bûne navê wan wiha ye. Îmad Ehmed Xirad 25 salî ye, Ehmed Abdull Wehab in.    Li Gundê Elî Bacilye ya girêdayî Girê Spî jî 2 sivîl birîndar bûn navê wan wiha ye: Elî Selo ya 30 salî û Ehmed Abdull Wehat a 65 salî ye.