Hevşaredaran rojname belav kirin 2019-10-11 13:11:00   AMED - Hevşaredar û endamên meclisa Şaredariya Sûrê  duh di çarçoveya "Roja belavkaran de" li navçeya Sûrê rojname belav kirin. Hevserokan dema rojname belav kirin ji welatiyan xwestin ku piştgiriyê bidin rojanameyan û xwedî li wan derkevin.    Duh bi minasebata Roja Belavkarên Rojnameyan Hevşaredarên Sûra Amedê Fîlîz Buluttekîn, Cemal Ozdemîr û endamên meclisa şeredariyê li Sûrê hemû rojnameyên xwecihê û neteweyî belav kirin.    Hevserokan herî dawî ji welatiyan xwest ku piştgiriyê bidin rojnameyan û li wan xwedî derkevin.