Li Hesekê topbarana dewleta tirk: Dora 21 kesî birîndar bûn 2019-10-11 14:18:41   HESEKÊ - Îro ji ber topbarana artêşa tirk li Serêkaniyê ji 21 kesî zêdetir birîndar bûn.   Dewleta tirk ji 9'Cotmehê ve heya vê kêliyê ji Dêrikê heya Kobanê topbaran dikin, di encamê de gelê sivîl birîndar bûn û jiyana xwe ji dest didin.    Ji ber top, hawan û balafirên dewleta tirk navend û gundên girêdayî Serêkaniyê zêdetirî 21 kes birîndar bûn û 5 kes jî jiyana xwe ji dest dan.    Niha birîndar li nexweşxaneya Ş.Lêgerîn tên dermankirin û radikin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.