Îro jî destûr nedan nobeta demokrasiyê 2019-10-11 14:45:25   AMED - Îrojî destûr ji Nobaeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûman dihat lidarxistin re nehat dayîn û wekî hincet biryara walîtiyê hat nîşandan.   Kolana Lîseyê ku wekî cihê Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûman tê nasîn û li hember Şaredariy Bajarê Mezin a Amedê ye ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û rojnameger jî di nav de tu kes negirtin qadê.    Musa Farîsoguluyê HDP'yî û koma pê re, xwestin bikevin qada çalakiyê, lê polîsa bi hinceta ku walîtiyê hemû çalakiyên di navaber 3-17'ê cotmehê de qedexwe kirine destûr ne da ku girse bikeve qadê. Piştî ku destûr neha dayîn kom belav bû.