Rojnameger Necla Demîr serbest hat berdan 2019-10-11 15:58:10   STENBOL - Xwediya Îmtîyazê ya Rojnameya Karinca ya berê Necla Demîr ku bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye" dihat darizandin  serbest hat berdan.    Danişîna doza Xwediya Îmtiyazê ya Rojnameya Karinca ya berê Necla Demîr ku bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin li 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Necla û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Piştî parastinê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û Necla beraet kir.