Hevşaredarên Bismilê hatin binçavkirin 2019-10-11 17:13:25   AMED - Hevşaredarên Bismilê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz ji aliyê polîsên ku dora şaredariyê dorpêç kirin ve hatin binçavkirin.    Li navçeya Bismil ya Amedê hevşaredar Guşen Ozer û Orhan Ayaz hatin binçavkirin. Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kirin hevşaredar birin muduriyeta Emniyetê.    Hat diyarkirin ku hevşaredar bi hinceta îfadeya wan heye hatine binçavkirin.