Topeke hewanê li taxeke Pirsûsê da: Du kes mirin 2019-10-11 18:51:35   RIHA  -  Topeke hewanê li taxeke Pirsûsê da. Ji ber topê 2 kes mirin.    Operasyona li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Îro, topeke hewanê li Taxa Mehser a Pirsûsa Rihayê key. Top, li malekê ket. Ji ber topa hewanê kesê bi navê Halîl Yagmûr û karkerekî îneşatê jiyana xwe ji dest dan.    Şêniyekî taxê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, diyar kir ku top ji gundê Cengokê ku 8 kîlometre dûrî taxa wan e hatiye.