ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-12 09:00:00   *Mamosteya beşa Dîrokê Gulîstan Xelef derbarê bombarankirina artêşa dewleta tirk ji peymangeha ziman a Serêkaniyê nêrîna xwe anî ziman û got: "Dewleta tirk  îro jî dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike ji bo ku dîrok û nasnameya gelan tune bike." DÎMEN HEYE   * Jinên Êzidî yên ku li Efrînê koçber bûn û hatin li Kantona Şehbayê bi cih bûn, êrîşên arteşa tirk ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê şermezar kirin û gotin: "Dirûşmeya me her tim berxwedan e û em ê bi ser kevin." DÎMEN HEYE    *Li Wanê jin bertek nîşanî operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: "Destpêkirina operasyona leşkerî ya li hemberî Rojava tê wateya domandina komployê. Hemû hezên desthilatdar bûne yek li ser destkeftiyên Kurdan biryaran digirin. Em vê tiştî qebûl nakîn û şermezar dikin.” DÎMEN HEYE    *Hevberdevka HDK’ê ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz da zanîn ku AKP di krîzek siyasî de ye û her ku dawiya wan tê zêdetir xwe dispêrin şer û got: “Di vir de peywir dikeve ser milê hemû saziyan, feraset û navendên polîtîk. Divê hemû kes ji şer re bêjin na. Divê sazî demildest li dijî şer derkevin.” DÎMEN HEYE    *Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan operasyona leşkerî û helwesta muxalefetê nirxand û got: "Em dibêjin ger derdê we dayik bin, divê hûn ji şer re nebêjin erê. Çûyîna şer jî tê wateya hatina cenazeyan. Tuyê hem bêjî dayik hem jî ji şer re bêjî erê. Me carek din dît ku dema mijar dibe Kurd, muxalefet çawa dibe yek. Di encamê de hemû bi pey AKP’ê ketin.” DÎMEN HEYE    *Endamên Grup Yorum bi daxwazên cur bi cur dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiribûn. Hunermendên hevalên wan û malbatên wan dê ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin di 13’ê cotmehê de ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve ‘Meşa Edeletê’ pêk bînin. BI DÎMEN   *Hevşaredara Bazidê ya Agiriyê Yildiz Acar projeyên der barê jinan de xist jiyanê û der barê vê de xebatên dimeşînin vegot. Yildizê bi lêv kir ku ew daxwazên gel esas digirin û bi gel re xebatan dimeşînin. BI DÎMEN   *Artêşa tirk di roja 9'ê Cotmehê de dest bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di êrîşên bê ser û ber de him sivîl, him jî perestgehên pîroz têne hedefkirin. Jinên Suryanî diyar kirin ku artêşa tirk cihên dîrokî dike hedef û wiha gotin:"Ev bi salan e em hemî pêkhate Kurd, Ereb, Suryan û hwd. bi dildarî bi hev re dijîn. Dewleta tirk vê yekê dibîne ji ber vê êrîşî hevgirtina gelan dike." BI DÎMEN   *Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hediye Yûsif di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojhilatê Firatê de nirxandin kir û got: "Tu dewlet gavên piratîk li hember êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê navêjin. Loma em tu sînoran nas nakin. Em ê berxwedan û tekoşînê mezin bikin.”