'Operasyon tê wateya domandina komployê' 2019-10-12 09:07:39   WAN - Li Wanê jin bertek nîşanî operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: "Destpêkirina operasyona leşkerî ya li hemberî Rojava tê wateya domandina komployê. Hemû hezên desthilatdar bûne yek li ser destkeftiyên Kurdan biryaran digirin. Em vê tiştî qebûl nakîn û şermezar dikin.”    Arteşa tirk, piştî biryara şer li Meclîsê hat girtin di 9'ê Cotmehê de li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyona leşkerî da destpêkirin. Li gelek deverên cîhanê bi tund operasyon hat şermezarkirin. Her wiha li Wanê jinan nêrazîbûnên xwe anîn ziman û gotin Gelê Kurd tu carî teslimî zordestan nabin.    ‘Pêdivî bi yekîtiyê heye'    Hanîfe Oran di axaftina xwe de bal kişand ser operasyona leşkerî û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Li Rojava şereke giran pêk hat û bedelên giran jî hatin dayîn. Bi hezaran welatî ji ber şer jiyana xwe ji dest dan. Lê bi salane jî hêzên navnetewî xiyanetê Kurdan kirin. Erêkirina operasyonê ne çareseriyê. Bi dagirkirina axa Rojava dê dewleta tirk winda bike. Desthilatdar tu carî yêkitiya Kurdan naxwazin. Pêdiviya me kurdan tenê bi yêkitiyê heye. Em vê dagirkeriyê qebûl nakin.”   'Bi berxwedanê dê serkeftin pêk bê'    Delîla Acar, destnîşan kir ku kesên ku tezkere erê kirin aştiyê naxwazin û wiha dom kir: "Dagirkirina Rojava dê zirareke mezin bide Tirkiyeyê. Em van operasyonan erê nakîn û pêwîste hêzên aştîxwaz û demokrat li dijî operasyonê derkevin."   Bahar Abî, diyar kir ku tu carî zilm û zordariyê qebûl nakin û wiha axivî: "Em vê zilmê qebûl nakîn. Ji ber polîtîkayên şer aborî têk çûye û jiyan serûbinî bûye. Gelê kurd bi salane li dijî zilmê li ber xwe dide. Kurdan bi tena serê xwe li dijî hovitiya DAÎŞ’ê serkeftineke mezin bi dest xist. Îro li ser xwîna gelan polîtîkayên xînê tê meşandin. Ev yeke nayê qebûlkirin. Divê li dijî vê komploya navnetewî ya duyemîn bibîn hêzek."   ‘Divê gelên Kurd û Tirk bibin yek'   Saadet Basut jî wekî jinên din bertek nîşanî operasyonê da û wiha got: "Ji ber şer gelek kes mexdûr bûn û jiyana xwe ji dest da. Em êdî kuştinê naxwazin û aştiyeke mayînde dixwazin. Gelê Kurd û Tirk divê bibin yek û dikarin bi hev re vî şerî bidin rawestandin."   'Hezên desthilatdar bûn yek'   Fatma Dayan, di axaftina xwe de bang li gel kir û wiha dom kir: "Ez bang li gel dikim ku li dijî polîtîkayên şer divê em tifaqa xwe xûrt bikin. Destpêkirina operasyona leşkerî ya li hemberî Rojava tê wateya domandina komployê. Hemû hezên desthilatdar bûne yek li ser destkeftiyên Kurdan biryaran digirin. Em vê tiştî qebûl nakîn û şermezar dikin.”