Gundê Salihê û Erîşa tê topebarankirin 2019-10-12 09:23:35   HESEKÊ - Artêşa tirk  gundê Salihiyê û Erîşa topebaran dike.   Îro Artêşa tirk dibistana gundê Salihê û gundê Erîşa yê 35 km durî bajarê Serêkaniyê û li ser riya Til Temirê ku sivîl lê dijîn topebaran kirin. Bi dehan birîndarê sivîl hene.   Li gorî agahiyan êrîşek dijwar ji aliyê Artêşa tirk û komên girêdayî wê li ser herêmê tê kirin û hêzên QSD'ê bersiv didin.