Xelkê Sine, Bane û Dîgulanê li dijî êrîşan daketin qadan 2019-10-12 09:57:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sine, Bane û Dîgulana Rojhilatê Kurdistanê gel li dijî operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin daqan û bi xwepêşandana piştgirî dan berxwedana gel.   Li Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûna li dijî operasyona arteşa tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Li Sine, Bane û Dîgulanê gel li dijî êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin daqan û bi xwepêşandanê piştgirî dan berxwedana gel.   Di çalakiyan de welatiyan bi dirûşmeyan piştgirî dan berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Herwiha eşkere kirin ku bêdengbûna li hemberî êrêşên li ser xwişk û birayên wan ên li Rojavayê Kurdistanê beşdarbûna komkujiyane. Li Sine dirûşmeya "Rojava ne bi tenê ye, Sine piştevane" û "Kurdistan Kurdistan goristana faşîstan" berz kirin û piştgirî dan berxwedana Rojavayê Kurdistanê. Li bajarê Baneyê jî welatiyan bi tundî êrîş şermezar kirin.