Li Serêkaniyê şerekî dijwar diqewime 2019-10-12 10:30:48   HESEKÊ - Di encama bombebarana artêşa tirk de li navenda Serêkaniyê gelek sivîlî jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene.   Artêşa tirk di 9'ê Cotmehê de dest bi tevgera êrîşa li ser Rojava  kir. Ev bû 4 roj şer û pevçûn li Serêkaniyê dewam dike. Di encama bombebaran û topbarana artêşa tirk a li navenda Serêkaniyê gelek sivîlî jiyana xwe ji dest dane û birîndar jî hene. Ji ber topbaran û êrîşên balafirên şer û balafira bê mirov (keşîf) kes nikare biçe alikariya sîvîlan.   Ji ber di roja 4'an de şer dijwartir bûye û niha şopandina şer dijwar bûye. Bangewazî ji raya giştî ya navnetewî re tê kirin ku bikevin tevgerê û ji bo rawestandina vî şerî helwestek were nîşandan û  mirovên sivîl werin parastin û xaka wan nên dagirkirin.   Her wiha artêşa tirk  erebeyên ambulansê yên ku berê xwe didin Serêkaniyê da ku birîndaran rabikin, hedef digirin.