Welatiyên ku tê xwestin malên wan bên valakirin: Em ê mala xwe terk nekin 2019-10-12 11:36:22   RIHA - Ji ber êrîşên li ser Rojhilat û Bakurên Sûriyeyê yên dewleta tirk hat xwestin ku welatiyên li Pirsûs, Birecik ên Rihayê malên xwe vala bikin. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin:"Em ê mala xwe terk nekin."   Êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojhilat û Bakurên Sûriyeyê ket roja xwe ya 4'emîn. QSD bersivê dide êrîşên TSK û OSO'yê. Pevçûnên tên jiyîn li hemû sînorên Rihayê belav bûye. Ji ber êrîşên li ser Rojhilat û Bakurên Sûriyeyê yên dewleta tirk hat xwestin ku welatiyên li Pirsûs, Birecik ên Rihayê malên xwe vala bikin. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin:"Xwezî ev şer çêneba. Em naxwizin dev ji malên xwe berdin."   Welatiyên Rihayê li ber deriyê nexweşxaneyan e   Welatiyên Serêkaniyê yên Rihayê li ber nexweşxaneyê ne û rewşa hinek sîvîlên ku birîndar bûne jî giran e. Welatiyek ku nexwest  navê xwe bibêje wiha got:"Xwezî ev şer çêneba. Em naxwizin dev ji malên xwe berdin."   Maseya Kizilayê ji bo mensûbên OSO'yê hat amadekirin   Li baxçeyê nexweşxaneyê Maseya Kizilayê ji bo mensûbên OSO'yê hat amadekirin. Hat dîtin ku li ber nexweşxaneyê tevgerek mezin a ambulansan heye. Li nexweşxneyan ji bo leşkeran beşên taybet tên amadekirin û nahêlin ku sîvîl bên van beşan.    8 leşkerên birîndar anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê   Hat hînbûn ku ji ber şerê do bi şev 8 leşkerên TSK'ê anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê û rewşa wan giran e. Her wiha hat hînbûn ku peywirdarên nexweşxaneyê ji bo agahiyê nedin kesekî hatine tehdîtkirin.    Nexweşxane ji sîvîlan re hat girtin   Li Kaniya Xezalan û Serêkaniyê yên Rihayê nexweşxane ji bo leşker û mensûbên OSO'yê hatine amadekirin û ji sîvîlan re hatiye girtin.    Ceylanpınar   Urfa'nın Ceylanpınar ilçesinde ise gün içinde üç ayrı yerden Serêkaniye kentinin hem doğu hem de batı tarafına obüslerle vurulurken, uçaklar da zaman zaman belirlenen hedeflere bombardıman gerçekleştirdi. Bombardıman ve top atışları gece yarılarına kadar belirli aralıklarla devam etti.   Gelek tank û muhimat sewqî sînorê Pirsûsê hatin  kirin   Hat hînbûn ku gelek tank û muhimat sewqî sînorê Pirsûsê hatin  kirin û welatiyên li sînor ji bo ji mala xwe bê derxistin gef li wan tên xwarin.    Gel naxwaze malên xwe terk bikin   Piştî ketina topa hewanê Qaymeqamıya Pirsûsê maseya krîzê ava kir. Maseya krîzê biryara valakirina taxên li ser sînor da û ev biryar di mizgeftan de ji welatiyan re hat ragihandin û hat xwestin ku welatî bi awayekî lez mal^n xwe terk bikin. Welatiyan bertek nîşanî biryara qaymeqamiyê da û diyar kirin ku dê malên xwe terk nekin. Di saetên şevê de jî sewqiyat leşkerî ya li Pirsûsê domiya û heta serê sibehê bombebarana li hemberî Kobanê berdewam kir.    Bêrecûk   Valakirina taxên li ser sînor ên Bêrecûkê dest pê kir. Li taxên Konak, Ziyaret, Zerî, Aşme, û Goktepeyê di mizgeftan de ji welatiyan hat xwestin ku malên xwe terk bikin. Welatiyên ku naxwazin malên xwe terk bikin, li malên xwe sekinandîne. Her wiha Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrûcûk ji sedî 70'ê ji leşker û endamên OSO'yê re hatiye veqetandin û nexweşxane gelek kêm sivîlan qebûl dike.