Li Qamişloyê di encama êrîşê de jineke ciwan hat qetilkirin 2019-10-12 11:49:29   QAMIŞLO - Li Qamişloyê, di encama reşandina guleyên leşkerên arteşa tirk de jinek hat qetilkirin.    Operasyona leşkerî ya arteşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber didomin. Di encama êrîşan de heta niha bi dehan sivîl birîndar bûn. Di encama reşandina guleyên leşkerên arteşa tirk de jina ciwan a bi navê Îman Îbrahîm a 24 salî hat qetîlkirin.