Blokên siyasî, partî û saziyên civakî li dijî êrîşan bertek nîşan dan 2019-10-12 12:52:13   ŞEHBA - Ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa arteşa tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partî, bloken siyasî û saziyên civaka sivîl ên Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek dan û gotin: "Divê li dijî êrîşan saziyên pêywendîdar serî hildin û nerazîbûn û helwestên xwe nişan bidin"   Operasyona artêşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber berdewam dike. Partî û blokên siyasî û saziyên civaka sivîl ên Efrîn û Şehbayê li navçeya Ehdas a Şehbayê bi daxuyaniyekê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hemû saziyên civaka sivîl amadebûn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîteya Dîplomasî ya partiya pêşeroja Sûriyeyê ya Efrînê Muhemed Reşîd ve hat xwendin.   'Êrîş şermezar kirin'   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Armanca êrîşên dewleta Tirk li ser sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku guhartina demografiya Bakurê Sûriyeyê û bicih kirina komên çete yên girêdayî dewleta Tirk e û mînaka wê jî Efrîn e. Bi navê partî û blokên siyasî û saziyên civaka sivîl a kantona Efrîn û Şehbayê em van êrîşan şermezar dikin."   'Divê dewleta Suriyeyê erka xwe pêk bîne'   Di daxuyaniyê bang li civaka navdewletî hat kirin û wiha hat diyar kirin: "Her wiha banga me ji bo civaka navdewletî, meclîsa ewlekarî, yekîtiya dewletên ereban, hemû saziyên mafê mirovan, komîsyona Ewropî, civaka sivîl, koalîsyona navdewletî ya ku bi destek dayîna QSD ‘ê ji bo tunekirina DAIŞ'ê şer kir, piştî dawîkirina DAIŞ'ê divê ku li hember mirovatiyê bi erkê xwe rabe û kiryarên ku li ser sivîlan tê meşandin bisekînine. Her wiha banga me ji dewleta Sûriyeyê re heye ku bi erka parastina axa welat, ji bo hemu gelê me li her deverekê ku li hember saziyên pêywendîdar serî hildin û nerazîbûn û helwestên xwe nişan bidin. Em wek partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl em ê li kêlek gelê xwe bisekinin û piştgiriyê bidin gelên xwe ji bo parastina xaka Sûriyê yên ku bi xwîna têkoşerên azadiyê hatiye ava dan, heya em dighêjin Sûriyeke nenavendî demokratîk û azad."   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedaniya QSD'ê" û  "Bijî berxwedaniya Rojava" bi dawî bû.