Kurdên li Sydneyê tevî dostên xwe ji bo Rojava li hev kom bûn 2019-10-12 14:13:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Sydneyê li dijî êrîşên dewleta tirk tevî dostên xwe çalakiyeke şermezarkirinê pêk anîn.   Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Kurdistanî tevî dostên xwe ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li hev kom bûn.   Çalakî li meydana Town Hallê pêk hat û ji lîderên gelê xwecihî yê Awûstralyayê Aborîgînal Uncle Brûs li qada çalakiyê axivî. Brûs got, "Gelê Kurd ji bo azadiya xwe heta niha gelek berdêlên mezin da û xwe gihand vê astê. Dinya minetdarê gelê Kurde."   Parlamentera Partiya Keskan Jamîe Parker jî êrîşên dagirkeriyê şermezar kir û got, "Dewleta Tirk dixwaze paqijiya etnîkî bike. Bila tavilê ji Rojava vekişe. Divê Awûstralya Sefîrê Bilind ê li Enqereyê vekişîne, têkiliyên siyasî û aborî yên bi dewleta Tirk re rawestîne."   Bîll Crew jî got, "Dikarin avahiyan hilweşînin lê belê hêviya me nikarin hilweşînin" û diyar kir ku ew ji bo gelê Kurd dia dikin.   Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Awûstralyayê Îsmet Taştan jî got, "Mirovên bi rûmet divê li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin." Taştan ji bo yekîtiya neteweyî bang kir.