TJA: Ji bo rawestandina êrîşê bibin deng 2019-10-12 15:25:33   STENBOL - TJA'yê êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur ûn Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û ev tişt got: "Ji bo ku nebin hevparê vî sûcî em bang li jin, çepgir, sosyalîst, kesên li aliyê mafên mirovan û dijberî şer in dikin ku bikin nav liv û tevgerê."   Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîneke çapameniyê li dar xist. Li eywana civînê ev pankart hat daleqandin "Em jinên ku jiyanê diafirînin ji zihniyeta jiyanê dikuje re dibêjin na".   Endama TJA'yê Besra Îşsever daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û ev tişt got: "Em jin zanin ku weke di her şerî de artêşa hovan destpêkê berê xwe dide jin û zarokan. Gotina ku dê êrîş aramiyê bîne herêmê ji rastiyê dûr e. Em êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê şermezar dikin. Dê DAIŞ li herêmê bibe gef û şerê Tirkiyeyê ku piştgiriya herî mezin dide wan mezin bibe. Şerê herî mezin kurdan li dijî DAIŞ'ê da û wê têk bir. Êrîş li hemberî destkeftiyên kurdan û gelên li herêmê ne û ji bo guhertina demografiyê hatiye destpêkirin. Şer li şûna aştiyê komkujî û aloziyê bi xwe re bîne. Ji bo berpirsyariya xwe ya ji dîrokê embang li herkesî dikin ku li dijî sûcên şer bibin hêzeke hevgirtî. Şer sûcê mirovahiyê ye. Ji bo ku em nebin hevparê vî sûcî em bang li jin, çepgir, sosyalîst, kesên li aliyê mafên mirovan û dijberî şer in dikin ku bikin nav liv û tevgerê û ji bo rawestandina êrîşê bibin deng."