Nahêlin heyeta HDP'ê derbasî Nisêbînê bibe 2019-10-12 15:58:34   MÊRDÎN - Bi hinceta "ewlehiyê" nayê hiştin ku heyeta HDP'ê derbasî Nisêbînê bibe.   Tevî Serokwekîla Meclîsa HDP'ê, Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar û Ebrû Gunay heyeta ku xwest derbasî Nisêbînê bibe bi hinceta "ewlehiyê" nehat hiştin ku derbasî Nisêbînê bibe. Heyet li ber noqteya polîsan hat sekinandin.    Heyeta HDP'ê ya ku ji noqteya polîsan veqetiyan li tesîsek rawestanê disekinin.