Li gel mudaxeleya polîsan Dayikên Şemiyê çalakiya pêk anîn 2019-10-12 16:32:26   STENBOL - Polîsan di hefteya 759’emîn a çalakiya bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin a Dayikên Şemiyê de, mudaxale kirin. Dayikan ligel mudaxaleyê jî çalakiya xwe ya wê heftê pêk anîn.    Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîl werin darizandin, di hefteya 759’emîn de xwestin li Galatasarayê çalakiya xwe pêk bînin. Lê polîsan nehişt li vir daxuyanî bê dayîn. Girse bi meşê berê xwe dan li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Stenbolê û li vir daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê û kesên ku beşdarê çalakiyê bûn wekî her hefteyê wêneyên windayan û qurnefil hildan.    Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê heftê de, aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di dema darbeya 12'ê Îlonê dibin çavan de hat windakirin pirsîn. Seroka Şaxa Komeleya Mafê  Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyaniya çapemeniyê ya vê heftê xwend. Dema ku Gulseren ji bo operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got "Dagirkerî" polîsan mudaxileyî çalakgeran kir. Polîsan malbat derp kirin û ew dehfî avahiya Şaxa ÎHD'ê kirin û gaza îsotê avêtin avahiya şaxê.   Hevjîna Fehîm Tosûn Hanim Tasûn, diyar kir ku dê her tim li kolanan aqûbeta windayan bipirsin û natirsin. Xwîşka Cemîl, Fatma Kirbayir jî da zanîn ku êdî mirin naxwazin. Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Gûlîstan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku bi şer hertişt tê veşartin û wiha got: "Êrîşa ku îro li hemberî malbatan pêk tê tê wateya xilasbûna azadiya fikr û ramanê. Em ê li dijî wê têbikoşin. Îro li Nisêbînê 9 cenaze hatin definkirin û bi şer tişt tên veşartin."   Dayikên Şemiyê ligel astengî û mudaxaleya polîsan çalakiya xwe ya heftane li ber avahiya ÎHD'ê li dar xistin.