Li Girêspiyê çalakiya mertalên zindî di roja 2'yem de didome 2019-10-12 17:31:03   KOBANÊ - Li dijî operasyona leşkerî ya arteşa tirk çalakiya konê mertalên zindî ya li navçeya Çelebiya Kobanêyê didome.    Li dijî operasyona leşkerî ya arteşa tirk ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya konê mertalên zindî li navçeya Çelebiyê ya ku dikeve Rojhilatê Kobanêyê hatibû vedan didome. Di konê de pankarta "Li dijî dijmin şer bikin, faşizmê têk bibin û tecrîdê bişkînin", "Kiryarên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê red bikin" hatin dalqandin.   Duh şêniyên Minbicê nobeta konê çalakiya mertalên zindî girtin. Îro jî navçeya Çelebiyê nobet hat girtin û kon bi serdana êl û eşîrên bajarê Reqqayê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin. Di serdanê de eşîrên bajarê Reqayê daxuyaniyek da û got: Em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, niha li ber baregeha kaolîsyonê sekinîn e û helwestên xwe li hemberî kaolîsyonê diyar dikin. Îro di encama êrîşên dewleta tirk de bi hezaran gel li vê herêmê koçber dibin û li kolanan dimînin. Em bang li kesên ku mafên zarokan diparêzin dikin, ku şerê dijwar rawestînin."   Çalakiya konê mertalên zindî berdewam dike.