Li Mexmûrê meş: Roj roja berxwedanê ye 2019-10-12 17:56:01   MEXMÛR - Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmurê ji bo şermezar kirina operasyona leşkerî ya tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke girseyî hat lidarxistin û wiha hat gotin: "Em bang kurd û mirovên xwedî wijdan dikin ku îro roj roja yekbûyîna Gelê Kurd e û roj roja berxwedanê ye."   Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina operasyona arteşa tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xist. Meş li ber Saziya Malbatê Şehîdan despê kir heta li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî (NY) berdewam kir. Li vir daxuyanî hat dayîn û daxuyanî ji hêla Hevseroka Şaredariya Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan ve hat xwendin.    Leylayê di daxuyaniyê de diyar kir ku êrîşa li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê te wateya tunekirina Gelê Kurd û wiha dom kir: "Ev êrîşa ku li ser Rojava tê kirin ne ji êrîşa li ser Başûr, Bakur û û li ser xaka herêma medyayê ye û ne jî êrîşa ku li ser wargeha me tê kirin cûdatire. Em wek gel û ciwanên wargehê berxwedan û têkoşîna Rojavayê pîroz dikin. Pêwîste Gelê Kurd jî li hember êrîşên tunekirin û faşîzma dewleta tirk û hevkarên wana bi awayek nîştimanperwer bi awayek ku carek din Gelê Kurd di dîrokê de winda neke, hemû kêliyên jiyanan xwe bikin cihê berxwedanê."   Leyla, diyar kir ku şêniyên Mexmûrê ev 26 sal in li hember lîstokên dijmin, ligel hemû şert û mercên jiyanê yên zehmet tu caran paşve gav neavêtiye û wiha got: "Me teslîmiyeta dagirkeriyê qebûl nekirye. Vê carê ji hem ji bo hebûna xwe hem jî ji bo destkeftiyên Gelê Kurd hemû qada jiyanê em bikin cihê berxwedanê wê demê em bikarên hebûna xwe bi parêzin.”   Leylayê bi bangawaziyê dawî li axaftina xwe anî: "Em bang kurd û mirovên xwedî wijdan dikin ku îro roj roja yekbûyîna Gelê Kurd e û roj roja berxwedanê ye."   Meşa bi dirûşmeyan bi dawî bû.