Şandeya HDP’ê Maseya Krîzê ya li Qoserê ziyaret kir 2019-10-12 18:24:56   MÊRDÎN - Şandeya HDP’ê ku çûna wan a Nisêbînê hat qedexekirin Maseya Krîzê ya li Qoserê ziyaret kir.    Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji Wekîlê Serokê Meclîsê yê HDP’ê Mîthat Sancar, parlamenter Pero Dundar û Ebrû Gunay û gelek kesan pêk dihat xwest biçe Nisêbînê lê bi hinceta “ewlehiyê” hat astengkirin. Şandeya ku serdana wan a Nisêbînê li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî û walîtiya Mêrdînê hat astengkirin derbasî navçeya Qosera Mêrdînê bû.    Şande Maseya Krîzê ya ji aliyê Şaredariya Qoserê ve ji bo geşedanên li ser sînor ava bû ziyaret kir. Şande li gel rayedarên Maseya Krîzê li ser mijarên piştevaniya malbatên ji ser gundên sînor tên, piştevniya tibî û mayîn û pêdiviyên wan bingehîn axivî.    Şandeyê piştî serdana Maseya Krîzê çû serdana sivîlan a li nexweşxaneyan.