Şêniyên Qamişloyê têkoşerên azadiyê oxir kirin 2019-10-12 18:37:52   QAMIŞLO - Bi hezaran Şêniyên Qamişloyê 4 sivîlên ku di encama topbaran artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dan bi merasimek girseyî li goristana Şehîd Delîl Saroxan, oxir kir.   Bi hezaran Şêniyên Qamişloyê û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, cenazeyên 4 sivîlên ku di encama topbarana artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dane bi merasîmeke girseyî oxir kirin. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane navê wan wiha ye:  Îman Mihemed Şerîf, Fadî Adil Ibrahîm,  Erka xwe Parastinê Mehmûd Ebas El-Elî û Heyîsem Sitûf.   Piştî deqeyek rêzgiritn li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Malbatên Şehîdan axaftin hat kirin. Di axaftinê de sersaxî ji malbatên têkoşerên azadiyê  re hat xwestin û wiha gotin: "Dijminê me hov e, lê  berxwedana me jî mezin e. Heta dawiyê jî em li ser şopa têkoşerên azadiyê ne, berxwedan û heta dawiyê berxwedan."   Paşê navê têkoşerên azadiyê hat xwendin û li ser milan bi tililiyên dayikan sipartin axê.   Di dema definkirinê de dewleta tirk dîsa Qamişlo bombebaran dikir.