'Bi hêza şervanan em ê bi ser bikevin û faşîzmê têk bibin' 2019-10-12 19:48:31   Dilûcan Bozî   EYN ISA - Jinên ku beşdarî konê çalakiya mertalên zindî yê li Eyn Isa bûne, derbarê berxwedan gelê Rojava de wiha gotin: "Em ê li ber xwe bidin heta ku em bigihêjin serkeftinê."   Çalakiya Konê Mertalên zindî  yê ku li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,  li navçeya Çelebiyê pêşiya baregeha kaolisyonê hatiya lidarxistin, berdewam e. Jinên ku beşdarî konê çalakiya mertalên zindî bûn e helwestên şermezarkirinê nîşan dan.    'Em ê xwe bikin mertalên zindî û li dijî Erdogan bisekinin'   Jina bi navê Cîhan Elî bal kişand ser berxwedana gel û wiha got:"Îro em li konê çalakiya mertalên zindî ne. Em ê li vî welatî bimînin, heta ku em bi ser bikevin. Bi şev û roj em ê li ber xwe bidin û piştgiriya şervanên xwe bikin. Em hêza xwe ji şervanên xwe digirin û şervan jî hêza xwe ji me digirin. Gel bi coşek mezin li berxwe dide. Me şerê Erdogan nekiriye, em axa xwe diparêzin."   'Ya mirin an serkeftin'   Jina bi navê Meyade Mehmûd jî axivî û wiha got: "Heta hêza xwe ya dawiyê jî em ê li ber xwe bidin. Heta ku em bigihêjin serkeftinê. Em ji belafirên Erdogan natirsin, tu carî em dev ji vê axê bernadin. Ya mirin an serkeftin."   'Zarok û jin di şer de tên hedefgirtin'   Herî dawî jî Meryem Ibrahîm da zanîn ku wê bi hêza têkoşerên azadyê, êrîşan têk bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Yê herî zêde di nava şer de zerarê dibînin zarok û jin in. Lê bi berxwedana jinan û hêza şervanan em ê bi ser bikevin. Şervanên me moral ji me digirin. Em dev ji vê axê bernadin û em ê nehêlin ku dewleta faşîst derbasî xaka me bibe."