Di topbaranê de sivîl jiyana xwe ji dest da 2019-10-13 08:25:44   QAMIŞLO - Artêşa tirk duh bi şev li Dêrîkê topbaran kir, di encamê de sivîlan jiyana xwe ji dest da.   Artêşa tirk vê çarê jî şivanan hedef girt. Di encama topbarana arteşa tirk de li gundê Pirikê ya girêdayî bajara Dêrîkê ya Kantona Qamişloyê  2 şivan dema ber pezê xwe bin rastî topbaran artêşa tirk tên, di encamê de her du şivan jî jiyana xwe ji dest didin. Şiwanên ku jiyana xwe ji dest dane navê wan wiha ye: Danê Henna û Salah Seîd Hemek e.