'Siyasetmedar Hevrîn, jineke têkoşer bû' 2019-10-13 09:06:14   Nûdem Têkoşer   QAMIŞLO - Di encama êrîşê de siyasetmedar, Sekreterya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef jiyana xwe ji dest da. Endama Biroya têkiliyên Derve Mizgîn Ehmed got: "Em ê li ser xeta Hevrînê xebata xwe bimeşînin û bibin bersiva êrîşan." Ji rêveberiya Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd jî da zanîn ku dê domdarên xeta Rêheval Hevrînê bin.    Hevrîn Xelef bi temenê xwe 34 salî bû û di nava malabateke welatparêz de mezin bûbû. Ji zaroktiya xwe de bi rihekî zindî di nava têkoşîna jinê de cihê xwe digirt. Hevrîn beşa Endezyariyê xwendiye. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de roleke çalak leyîstiye. Bi avakirina sistema Xweseriya Demokratîk di sala 2014'an de wekî cigîra desteya enerjiyê cihê xwe di nav xebatan de digirt. Xebata xwe ji bo tevahî jinên Sûriyeyê dida meşandin. Di sala 2016'an de Hevseroka Cigîra Aboriyê bû. Herî dawiyê jî di sala 2018'an de wekî Sekreterya Giştî ya Sûriyê Pêşerojê hate erkdarkirin. Hevrîn dema ku ser erkê xwe bû, ji herêma Cizîrê berê xwe dida Eyn Îsa, di encama êrîşên artêşa tirk û komên girêdayî wê de li ser rêka dualî(M4) hedef tê girtin û di encamê de tê qetilkirin. Di derbarê nasîna têkoşîna Hevrîn Xelef hevalên wê yê xebatê axivîn.   'Hevrînê jina pêşenga şoreşê bû'   Endama biroya têkiliyên derve Mizgîn Ehmed bal kişand ser hedefkirina jinan û wiha got: "Sistema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vîn û pêşengtiya jinan tê rêvebirin. Ji bo wê jî sistemên teror û desthiltdar pêşengtiya jinan qebûl nake. Li Efrînê weke ku em dizanin dîsa ên herî bûn armanc ji tundî û dagirkeriyê re jin bûn. Îro jî di kesayeta Hevrîn de jin bûn armanc. Dema ku jin pêşengtiya sistemên demokratîk dike dibin hedefa desthilatdaran. Ji bo wê jî desthilatdar dixwaze darbeyê li  jinan bixe û çavên wan bitirsîne. Di nava êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de herî zêde sivîl dibin hedef. Ev jî lawazbûyina tirkan û çeteyên wê li hember jinan dide nîşandan."   'Jin wê bibe bersiv ji hemû rengên terorê re'   Mîzgîn herî dawî bang li tevahî jinan kir ku li ser xeta Hevrînê têkoşîna xwe bidomînin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em weke jin êdî gavan paşve navêjin. Em ê li ser xeta Hevrînê xebata xwe bimeşînin û bibin bersiv ji hemû rengên terorê  û yên ku dixwazin vîna jinan têk bibin."   'Hevrînê bi sekna xwe dihat nasîn'   Ji Rêveberiya Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd derbarê Hevrînê de wiha got: "Naskirina min ji Hevrîn re di nava refên şoreşê de bû. Hevrîn ji malbateke di Dêrikê de bi welatpareziya xwe tê naskirin bû. Dayika wê Suad Mustafa ji kesayetên bi hêz di nava civakê de ye. Ev yek jî bandor li kesayeta Hevrînê kir ku weke jineke xwedîvîn xebat bike. Bi axaftinên xwe li ser siyasetê û welatparêziyê dişibe dayika xwe. Hevrînê ji nava kesayetên ku bi sekna xwe dihat naskirin bû. Di nava lêgerîna xwepêşxistin û rêxistinkirinê de bû.  Her tim bi hezkirina ji hevalên xwe re dihat nasîn. Naskirina wê ji dîroka têkoşîna jin û felsefeya azad re hebû. Xeta xweseriya jina azad diparast. Ji bo wê jî weke Sekreterya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hat erkdarkirin. Di nava vî şerê dijwar de Hevrînê cihekî vala li pê xwe hişt. Şehadeta wê  israra me ji bo dewamiya xeta têkoşînê xurt dike. "   'Em domdarên xeta Rêheval Hevrînê ne'   Evînê  herî  dawî wiha got : "Di hemû şoreşên kurdan de her tim îxanet û lihevkirin li ser kurdan tê kirin. Li pêşiya çavê hemû cîhanê dewleta tirk a dagirker êrîşê nirxên kurdan dike û cîhan ji xwe re temaşe dike. Em weke rêxistinên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên dagirkeran şermezar dikin. Soza me ji rêheval Hevrîn û ji hemû pakrewanên di oxira parastina mafê mirovan gihaştine şehadetê ew ku şoreşa wan berdewam bikin."