Bajarê ku gotina ‘erdnîgarî qeder e’ xwe lê ferz dike: Nisêbîn… 2019-10-13 09:15:45   MÊRDÎN - Ewil xanî û dîwarekî hilweşyayî û piştre jî bîhna barut û xwînê. Dema mirov mirovên li erdê ketî dîtin, Selamet Yeşîlmen ya 4 sal berê li heman navçeyê bi bombeyê jiyana xwe ji dest dabû hat hişê min. Gotina wê yên ‘Erdnîgarî ne qeder e’ hat bîra min. Ger erdnîgarî ne qederbûna wê dîmenên 4 sal berê îro ne li hember me bûna.   Di 9’ê Cotmehê de Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon da destpêkirin û piştî vê Nisêbînî di bin dengê bombeyan de şev û roja wan bû yek û di vê pêvajoyê de di teqînên hatin jiyîn de 4 jê zarok, jinek û bi giştî 12 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Piştî teqînan di dîmenan de tişta herî zêde ber çavan dikeve xwîna li erdê ye. Mirovên ku li ber derê xwe runiştî an jî dema diçin karê xwe dibin hedefa bombeyan, li pey van kesan jî lorîn û gotinên dawî dimînin.   ‘Gotina ‘erdnîgarî qeder e’ di mêjiyê min de ollan de’   Di 11’ê cotmehê de saet di 16.47’an de li Sûka Dortyolê ku her tim gelek qerebalix bû dengê ambulansan bilind dibe. Piştre agahî tê ku gelek topên hewanê li xaniyekî ketine. Em bilez diçin cihê bûyerê û di vê navberê de polîs pêşiya me dibire û dibêje ‘Biçin ev der Tirkiyeye, ne Sûriyeye, li vir mirin çênabe. Biçin sînor bikşînin’. Nûçegîhanê çapemeniya alîgir piştî axaftinê şûnde vegeriya û em jî ber bi xaniyê ku teqîn lê çêbûye çûn. Dîmenên qet ne biyanî dîsa derketin pêşberî me. Xanî û dîwarekî hilweşyayî, bîhna xwîn û barutê. Dema mirov mirovên li erdê ketî dîtin, Selamet Yeşîlmen ya 4 sal berê li heman navçeyê bi bombeyê jiyana xwe ji dest dabû hat hişê min. Gotina wê ya ‘Erdnîgarî ne qeder e’ tê bîra min. Ger erdnîgarî ne qederbûna wê dîmenên 4 sal berê îro ne li hember me bûna. Erdnîgarî qedere ku 4 sal berê gelek kes dema nanê xwe lêdixistin, di kolanê de derbas dibûn, zarokên dilîstin bibûn hedefa bombeyan. Îro dîsa her kes di hedefa van bombeyan de ne.   Di teqînê de 9 kesî jiyana xwe ji dest da   Di teqîna hat jiyîn de 2 jê zarok 9 kesî jiyana xwe ji dest da, 35 kes jî bi giranî birîndar bû. 9 cenaze bi tevlîbûna sedan kesî bi lorînan hatin definkirin. Jinan reş girêdan û merasîma cenazeyê li Goristana Hececa pêk hat.    ‘Orhan ji qerebalixê hez dike wê çawa tenê bimîne…’   Dema definkirinê de balkêş bû ku yek polîsek tunebû û her wiha rojnamegerên  ji bo nûçeyan çêbikin xwe parçe kirin û rastî bertekên gel hatin. Jinekê gora birayê xwe Orhan Dogan nîşan da û got ‘Dayê Orhan ji qerebalixê hez dikir, wê niha çawa tenê bimîne?’ Li ser van gotinan lorînên dayikan bilind bû.    ‘Top li bavê we jî ketiye?   Jinek ciwan ya ku bavê xwe winda kiribû jî bi gotinên ‘Erdogan bila qesra te bi serê de te bê xwarê me çi bi te kir? hêrsa xwe anî ziman û çawa ferq kir ku em wê dikşînin pirsa ‘Qet top li bavê we jî ketiye? pirsî. Wê navberê Metîn Orak yê vavê 8 zarokan ku di qedexeyê de jiyana xwe ji dest da hat bîra min. Dema bavê mirovan dimre mirov hewar dikin. Hele ku mirov nizanibin çima miriye. Mirov bi salan hewl didin fêm bikin.    Piştî ku kesên bi topa hewanê hatibûn qetilkirin, hatin definkirin şûnde em ji Goristana Hececa derketin û ‘talihê Makus’ yê ku gelê Nisêbînê ji sala 92’an heta niha dikşîne tê bîra min. Piştre jî helbesteke bi navê ‘Di vê hewayê de yên berxwe didin jî hene’.