Jinên êzIdî berxwedana Rojava slav kirin 2019-10-13 10:48:11   Nesrîn Hisen/ Elmas Nayif/JINNEWS   ŞENGAL - TAJÊ Û YJCÊ derbarê êrîşên Artêşa Tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan. Di daxuyaniya hevpar ku hat dayîn de wiha hat gotin: " Dema ku Şengal hat dagirkirin û şêniyên wê bi qirkirinê re rûbirû man, Rojavayê Kurdistanê xwedî lê derket, îro jî dora me ya xwedîderketina li roavayê Kurdistanê ye."   Tevgera Jınên Êzidî (TAJÊ) û Yekitiyen Jinên Ciwan ên Êzidî ( YJCE) biboneya erîşên Artêşa Tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê daxwuyaniyekê hevpar dan. Jın û ciwanan bi hev re peyama roj roja xwedî derketina li  rojavayê Kurdistanê ye dan. Di daxuyaniya hevpar de bal hat kişandin ser Fermana 3'yê Tebaxê ku bi serê civaka êzidî de hat anîn û ev tişt hat gotin: " Dema ku Şengal hat dagirkirin û şêniyên wê bi qirkirinê re rûbirû man, Rojavayê Kurdistanê xwedî lê derket, îro jî dora me ya xwedîderketina li roavayê Kurdistanê ye."   'Em êrîşên Atêşa Tirk şermezar dikin'   Di daxuyaniyê de Endama TAJÊ Hezar Mendo axivî û wiha got: “ Di serîda em wek jinên êzîdî dewleta Tirk şermezar dikin. Ev 5 rojin êrîşî gelê me yê Rojava dike Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin.   Ez berxwedana gelê me yê rojavayê Kurdistanê pîroz dikim û ticarî serî ji dijmin re danayînin û her dem emê  piştevanên wan bin û bila dijmin baş zanibe ev ji Erdogan naminê. Em bi rûh û canê xwe em yekin û çi bikevê ser milê me jinên Şengalê em ê bi cih bînin û wê serkeftin ya Rojava be. ”   'Em piştgirên Rojavayê Kurdistanê ne'   Endamê meclîsa TAJÊ Mercan Hecî jî  nerazibûnê xwe ya beramberê dewleta tirk ya li ser rojavayê Kurdistanê anî ziman û  wuha got: “ Ew 5 rojin dewletê dagirker ya tirk êrîşî rojavayê Kurdistanê dike.  Em li hember wê tû caran bê deng namiînin. Ji ber ku gelê Şengalê û Gelê Rojavayê her dem li pişt hev in. Çi ji destê me bê em ê bikin.”   Mircan Hecî di dawiya gotinên xwe de wûha anî ser ziman: “ Em berxwedana Gelê Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin.  Em dibêjin ku em ê her dem piştevanên wan bin.”